ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Çileya 2020'an.

Komara Le Monde Dîplomatîqûe ya Fransayê, li ser têkoşîna Kurdan hejmareke taybet weşand. Têkoşîna Kurdan a li çar parçeyan bi gelek lêkolîn û nêrînan vegot.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr encamên Konferansa Jinan û siyaseta serdema nû ya jinan nirxand. Taşdemîr diyar kir ku ji bo têkbirina tecrîdkirina Ocalan pêwîstî bi têkoşîneke hîn xurt û demdirêj heye.

Parêzer Mesût Beştaş anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê, di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de nîne û got: "Bi vekirina deriyên Îmraliyê re gelên Tirkiyeyê dê bikeve nava aramiyê. Li herêmê sedema şer û aloziyên heyî, polîtîkaya tecrîdê ye."

Li Fînlandiyayê ji bo boykotkirina tûrîzm, malên Tirk û firotina çekan ji bo Tirkiyeyê kampanyayekê dest pê kir.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku bi firotina çekan piştgiriya sûcên şer ên rejîma Erdogan dike, wê di serdana Tirkiyeyê de mijarên; penaberan, krîza li Sûriye, Lîbya û rojhilatê Derya Spî ya binirxîne.

Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî qirkirina Rohîngyayiyan ku di sala 2017'an de bi giranî welatê xwe terikandin, ji Myanmarê xwest ku tedbîran werbigire.

Li paytexta Lîbya Trablûsê li dijî rejîma ku Enqere piştgiriya wê dike xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kir. Li dijî çalakgeran bombeyên gazê hatin bikaranîn.