ROJEVA 24'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, berxwedan di nava PKK'ê de xeta siyasî/îdeolojîk û civakîbûnê temsîl dike.

- Wekîlên HDP'yî ji bo mîtînga 3'ê Sibatê ya li Stenbolê bang kirin û gotin, divê Stenbol bibe dengê Amed û Leyla Guven.

- Lîderê girîngtirîn tevgera çep a Fransayê "Fransa ya serî natewîne" (France Insoumise) Jean-Luc Melenchon piştgirî da HDP'ê û got, "Rejîma Tirk dîktatorî ye."

- Parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek xemsariya li pêşberî grevên birçîbûnê rexne kir û xwest, dawî li vê rewşa ker, kor û laliya polîtîk bê anîn.

- Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber avhiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê pêk tê, di hefteya 344'an de bi endamên FEDA'yê dewam dike.

- Berxwedêran, ji roja ku Efrîn hate dagirkirin û vir ve nahêlin bêhn biçe ber dagirkeran. Dewleta Tirk tevî hemû hewldanên xwe jî nikare herêmê bi rê ve bibe.

- Google, ji bo Wîkîpedîa bi lez bi gelek zimanan were tercûmekirin ku zaravayê Kurmancî yê Kurdî jî di nav de heye, 2 milyon Dolar alîkarî kir.

- Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Felah Selah, nîqaşên li ser herêma ewle ya li Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, ji ber ku herêma ewle li berjewendiyên gelek hêzan nayê, nepêkan e. Felah Selah diyar kir, divê Kurd bi zanebûn gavan biavêje.