ROJEVA 23’YÊ TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.

- Çalakiyên ji bo protestokirina xespa li Şaredariya Colemêrgê, wê bên şopandin.

- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku daxuyaniyên CPT’ê ji bo ANF’ê kirî, ne li gorî pêşniyar-tespîtên berê û biryara DMME’yê ye û got: “Ji bo muwekîlên me qûralên rejîma înfazê ya girankirî jî di nav de, nayên pêkanîn.”

- Gulîzar Îpek anî ziman ku li Mêrdînê bi destê hêzên dewletê tiryak û tacîz zêde dibe û got: "Li Kurdistanê qirkirina jinê di heman demê de polîtîkaya şerê taybet e. Divê xweparastin bê pêşxistin. Xweparastina herî mezin rêxistiniya me ye."

- Endama Akademiya Jineolojiyê Aliye Osman destnîşan kir ku bi koçberkirina jinan re qirkirina çandî tê hedefkirin û got: “Jin hebûneke ku çand û zimanê xwe diparêze. Lewma divê li dijî koçberkirinê bi zindîkirina ziman û çanda xwe têbikoşe.”

- Her tim ber bi cihekî ve dibezin. Her tim leza wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe biavêjin.