ROJEVA 23'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmûndûr Jonasson bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, li pêvajoya aştiyê vegere û got, "Şertê destpêkê yê danûstandinan jî azadiya Ocalan e."

- Rojnamevan û aktîvîst Hêmin Mamend anî ziman ku malbata Barzanî tevlî gelek sûcan bûye û got, "Malbata Barzanî ji ber dozên li derveyî welat li dijî wan hatine vekirin bi fikar e. Zanin ku demeke tarî li pêşiya wan e."

- Ji namzetên Hevşaredariya Rezanê Lela Ayaz diyar kir ku ew zanin qeyûman tenê deyn, dizî, talan û hilweşîn li pey xwe hiştine û got, "Em ê xisaran hemûyan ji holê rakin."