ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Nîsana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Nîsana 2018'an.
Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Li girtîgehên Tirkiyeyê, mîna keça mamosteya Ayşe ku ji ber gotina 'Bila zarok nemirin' hate girtin, bi sedan zarokên 0-6 salî girtî ne.
- NAV-DEM'ê li ser grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 23-27'ê Nîsanê bêne kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
- Rojîn Hedad ku malbata wê ji Qirkirina Ermeniyan a 103 sal beriya niya rizgar bû û li Helebê bi cih bû, işaret bi dagirkirina Efrînê kir û got, heman gefa qirkirinê li Kurdan tê xwarin.
- Li Kurdistanê hezkirina ji tizbiyan ji mêj ve ye heye. Gelê Amedê jî di bazara kehrîbarê de tên ba hev. Li vê derê meraqdarên tizbiyan tên ba hev, hinek jê tizbiyan çêdikin, hinek kes jî dixwazin tizbiyeke din li koleksiyona xwe zêde bikin.