ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Hezîrana 2020'an.

Çeteyekî ku ji Serêkaniyê reviya û teslîmî QSD'ê bû diyar kir, dewleta Tirk gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî şandiye Lîbyayê.

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku vê hefteyê wê 8 salan li pey xwe bihêle, bi beşdariya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê dewam dike.

Li Wanê di nava salekê de 7 bûyerên xwekuştina jinê bi rengê 'gumanbar' hatin qeydkirin. Rêxistinên jinan dibêjin ku bûyer xwekuştin nîne, lê belê kuştin e. Di nava salekê de 22 jin hatin qetilkirin.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, ku AKP'ê ji sala 2015'an û vir ve êrişên xwe yên li ser destketiyên gelê Kurd zêde kiriye û got, gelên Tirkiyeyê li dijî zextan divê li dora HDP'ê bicivin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku ew bi ruhê fedayî û xeta têkoşînê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) mîna volkanekî bi ser dijmin ve diçin.

Di projeya 'Dîwarê Kesk' de ku 13 sal in ji bo pêşîgirtina li çolbûna Efrîkayê tê meşandin, hîn jî gaveke cidî nehatiye avêtin.