ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzetê HDP’ê yê Amedê Mehmet Temîzyuz got dema ku ew biçin Meclîsê karê wan ê pêşî wê xebatên ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

- Endama Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr nameyên bi imzeya Erdogan ku ji welatiyên Tirkiyê re şandî Elmanyayê bire rojeva Meclîsê.

- Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya got li Îranê krîzeke mezin a pergalê heye û domand, ‘’Em ji bo gelan projeya çareseriyê datînin, modêleke me ya çareseriyê heye.’’

-Dagirkerê Şaredariya Edremîtê ku goristana Ermenan a Wanê hilweşandî, niha jî avaniyên dîrokî yên li navçeyê bi gotinta ‘avaniyên metrûk’ in yek bi yek hildiweşîne.

-Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê wê jinên Kurd 14'emîn Festîvala Jinan a Navnetewî ya Zîlan lidarbixe