ROJEVA 23'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, bê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Li nava gelek partiyan lîsteya namzetan bûne krîz. Lê lîsteya HDP'ê ya namzetên parlamenteriyê bi coşeke mezin hate eşkerekirin. Di civînê de ku biryardarî û têkoşîn derkete pêş.
- Encamnameya Şêwra Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê ku 2 rojan li Ewropayê dewam kir, eşkere bû.
- Li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a dagirkirina Kurdistanê, wê 26'ê Gulanê li gelemperiya cîhanê xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin. Salih Muslim bang li dijberên şer û hêzên demokratîk kir ji bo tevlî xwepêşandanan bibin û got, "Armanca dewleta Tirk têkbirina destketiyên Kurd û pêşîgirtina li aştiya Rojhilata Navîn e."
- 16 salên desthilatdariya AKP'ê bi kuştin û komkujiyên bi rêk û pêk derbas bûn. Bi înfaz û komkujiyan, bi deh hezaran kes hatin kuştin.
- Gerîlayên Soran ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Soranê ketine çeperan, gotin ku wê bi pêngava xwe ya şoreşgerî re dagirkeran biqewirînin.