ROJEVA 23'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.

- Nobeda bê dem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Çalakgerên vê hefteyê endamên Komîteya Qada Civakî ya TJK-E ne.

- Ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku ew artêşa xwe mezintir dikin û got, "Me hîn nû dest pê kir, em mezin dibin. Bila dijminê me baş bitirse, ji ber ku îdîaya me ya ji bo şer hîn mezintir e."

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, pirsgirêka bingehîn a Kurdan yekîtiya neteweyî ye.

- Wekîla HDP'ê Nûran Îmîr anî ziman, faşîzm ji bo li ser piyan bimîne êrîşê dibe ser Kurdan û got, "Ya ku bi fermana Erdogan tê kirin, terora dewletê ya siyasî ye."

- Çekeke wê hebû ku hîç ji xwe dûr nedixist û qelem, berîkeke biçûk an jî raxteke wê hebûn. Dema ku hinekî vala dima radihişte qelema xwe û ya di dilê xwe de li ser defterê dinivîsî..

- Tevî ku di ser erdheja mezin a 23'ê Îlona 2011'an a li navçeya Erdîşê ya Wanê 7 sal derbas bûne, birînên wê hîn nehatine pêçandin.