ROJEVA 23'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Gerîlayên YJA Starê Faraşîn Zagros û Arjîn Destan Bakur qala coşa Newroza 2023'an kirin û destnîşan kirin ku li çiyayên Kurdistanê ew dixwazin hêjayî berxwedana agirê Newrozê bin.
- Alîkarê Hevserokên HDP'ê Emîralî Turkmen diyar kir ku ew ê di vê hilbijartinê de dawî li rejîma yek şexsî bînin û bi temsîliyeteke xurt a li Meclîsê bibin hêza damezrîner a serdema nû.
- Hevberdevkê Tetwanê yê Partiya Kesk Çep Adnan Yûrdakûl destnîşan kir ku HDP û pêkhateyên wê wê li Bedlîsê ji sisiyan bikin sisê.
- Weqfa Jin a Azad a Sûriyeyê di sala 2023'an de ji bo jin û zarokan amadekariya projeyên xurt dike.