ROJEVA 23'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Adara 2020'an.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, ji bo avakirina jiyana demokratîk pêwîstî bi yekîtiya Kurdan û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn heye. Kalkan diyar kir, Erdogan di navbera paytextên rojavayî diçe û tê û Tirkiyeyê pêşkêş dike.

Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer bi bîr xist, ku pakêta dadgeriyê ya 3'emîn girtiyên siyasî li derveyî xwe hiştiye û ev yek jî nîşan dide ku dest ji hiqûqa dijminatiyê nehatiye berdan.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku Îtalya ew welat e ku herî zêde qurbaniyên xwe ji ber vîrûsa koronayê çêbûne û ji bo piştgiriya bi gelê Îtalyayê re bang kir.

Jinên Kurd û Swîsreyî li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev kom bûn û Navenda Jinê ya Rosara ava kirin.

Pandemiya Covîd-19 ku li cîhanê belav dibe, fikar hene li Şerîda Xezayê bandoreke gelekî giran bike.

Ji ber vîrûsa korona ya nû bang li milyarek mirovî hate kirin ku li mala xwe bimînin.

Hejmara mirovên li tevahiya dinyayê bi vîrûsa korona ketin û baş bûn, gihîşte 92 hezar kesî. Baş e mirovên ku bi vîrûsê dikevin kengî fêhm dikin ku baş bûne?

Di jiyana her mirovan de hunera xeyal û xewnên zarokatiyê heye. Li gorî wê xeyalê dibe xwedî pîşe û kar. Wênesaz Alî Borakmak ku 20 sal e wênesaziyê dike dibêje, "Gelek şêweyên çêkirina wêneyan heye. Lê perwerdeya vê teknîk an jî hunera ez bi kar tînim, li dibistan an jî zanîngehan nayê dayîn."