ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Ocalan, di nîvê pêşî yê salên 1990'î de ku li Kurdistanê şer geş bûbû, du agirbestên girîng ragihand. Destê aştiyê yê ku dirêj kirî ne tenê li hewayê ma, her wiha dewleta Tirk komkujiyên nû jî danî.

Çalakgerên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, endamên Tevgera jinên Kurd ên li Skandînavyayê ne.

Endamê heyeta HDP'ê ya çû Wanê Ridvan Tûran destnîşan kir ku delîl û nîşane hemû radixin pêş çavan ku ji helîkopterê hatine avêtin.

Ji ber ku li nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Malazgîrt a Mûşê doktor nînin, nexweş neçar dimînin biçin Patnos û bajarên din.

Li gorî saziya civakî ya sivîl ÎnflûenceMap ku navenda wê li Brîtanya Mezin e, di têkoşîna dijî germahiya global de tenê beşeke biçûk a saziyên fînansî yên navneteweyî sozên xwe bi cih tînin.

Cîgirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm di derbarê bûyera li Şerfedînê qewimî û kuştina oldarê Êzidî yê li Şêxanê axivî û got, ev bûyer karê hêzên tarî yên li pey provakasyon û planangeriyan in.