ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çeteyê DAÎŞ'ê Taner Sabrî Gorenoglû diyar kir ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê El Selbî tevî zilamên nêzî xwe li Tirkiyeyê ye.

Li welatên Ewropayê ku jin li gelek qadan li gorî mêran hîn bi rengekî kêm tên temsîlkirin, bi hilbijartinên Yewnanistanê re 8 serokwezîr û serokkomareke jin hene.

Vîrûsa Corona li Çînê bû sedema mirina gelek kesî. Wê roja Pêncşemê biryar bê dayin ku ji ber vê vîrûsê li tevahiya cîhanê rewşa lezgîn a navneteweyî bê ragihandin an na.

Endamê Besîc ku yek ji hêzên girîng ên milîs ên rejîma Îranê ye û fermandarê eyaleta Xuzistanê ya Mûxafizên Şoreşê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.