ROJEVA 22’YÊ TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Ji ber berpirsyariya wî ya li hemberî tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, CPT di hedefa bertekan de ye. CPT cara yekem pirs bersivandin. Destnîşan kir ku tecrîd nayê qebûlkirin, lê qala berpirsyariya xwe nekir. Du pirsên me jî bêbersiv hişt.

-Di van rojan de Barzanî çi dibêjin divê mirov berevajî fêm bike, ev yek rastiyek din nîşan dide. Yek ji mînakên vê ya herî baş jî, di pirtûka biyografî ya Hêmin Mukrayanî de tê dîtin.

- Leyla Mihemed Reşo ya ku tevî şervanan di roja 58’an a Berxwedana Serdemê de ji Efrînê derket, diyar kir ku ew 7 sal in li ber xwe didin û got ku ew ê teqez birûmetî vegerin Efrînê.

- Ev sedsal sedsala jinan e, sedsala demokrasiya gelan e û cîhanîbûna daxwazên gelan e. Sedsala ekolojî û çareserkirian pirsgirêkên ekolojîk e û sedsala siyaseta demokratîk û exlaqî ye. (ARAM KERÎM)