ROJEVA 22'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, bê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Azîm Yacan got, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ew dixwazin 8 ji 8 wekîlan bişînin Meclîsê û diyar kir, AKP wê bibe partiyeke ku tenê navê wê heye.
- Malbata şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez ku li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, nobeda vê hefteyê ya li Strasbourgê ku ji bo azadiya Ocalan tê girtin, dewr girt.
- Dema ku mirov performansa HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de nîşan daye û operasyonên qirkirinên siyasî yên di dema hilbijartinê de lê hatin kirin binirxînin, hingî gotina 'serketina dîrokî' lê tê.
- HDP di çarçoveya karê hilbijartinê yê 24'ê Hezîranê de li Sêrtê serdana esnafan dike.