ROJEVA 22'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.
- Di ser erdheja Wanê re 7 sal derbas bûn ku 644 kes miribûn. Sektora înşaetê piştî erdhejê xwe li Wanê danîbû û gelê bajêr careke din mexdûr kiribû.
- Berf, bahoz û serma; her sê şervanên zalim ên Serhedê. Li dijî van her sê şervanan tenê rêyek heye: Divê mirov 'zanibin'; yanî eger tu zanibe li dijî çi û kê şer dike, tu hingî têk naçe.
- Rojnamevanê Fransayî Lebrûah piştî karekî ji 5 salan, pirtûka bi navê "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de fêhmkirina Rojava" amade kir. Lebrûjah dibêje, armanca wî eşkerekirina rastiya li Rojava ye.
- Pirtûka nû ya Kadîr Amaç a bi navê "Kurd-Pêxwasên li ser rûyê erdê" hate weşandin. Amaç dibêje, di nava Kurdan de pirsgirêkeke giran a hişmendiya neteweyî heye, ji ber ku mêtingerî ji her alî ve diherifîne.