ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Îlona 2020'an.

Wî yê hemû hewldanên reşkirinê û tasfiyekirinê berteraf bikira, ji Osman Sebrî heta bi Mele Evdile Timoqî li qadeke berfireh bi ser biketa ku Rêberê her beşe bimaya.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ozsoy diyar kir ku ew ne li bendê ne di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê de pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan anî ziman ku polîtîkayên hikûmeta Başûr ên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê rêya yekîtiyê dixitimîne û got: "Divê PDK û YNK hemû derfetên heyî bixe bin xizmeta Kurdan û ji bo yekîtiya Kurdan bixebitin."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku şewb li girtîgehê gihîştiye asteke metirsîdar, lê belê agahî nayên dayin û got, di bin navê tedbîrê de tecrîdkirina girtiyan nerast e.

Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Asrin Keleş şewata li çiyayên Cûdî û Gabarê li cih şopand û got, "Şêniyên herêmê hewl dide şewatê vemirîne, lê belê leşker nahêlin."

Dewleta Tirk ku ji bilî girtîgeh û qereqolan tiştekî li Kurdistanê nake, li Wanê bi 90 milyonî girtîgeheke nû çêdike.

Xabûr hîn 20 salî bû. Ciwan û gerîlayekî Kurdistanê bû. Bi wî rengî şer kir. Li gorî wî, ne tenê ax, her wiha av jî dihate dizîn. Digot, "Em destê dagirkeran ji ser wan rakin."