ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV. Bayik tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer û berxwedana li Rojava û beşên din ên Kurdistanê nirxand û nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê da.

Taner Sabrî Gorenoglû yek ji wan çeteyan e ku gelekî nêzî serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî (Hacî Abdûllah) e. Gorenoglû qala sempatî û baweriya El Selbî û hevsera wî ji bo Erdogan kir.

Li Wan, Colemêrg û navçeyên wê, berfê rêya bi sedan gundî girt. Rêyên gundan çend roj in asê bûne, lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e û saziyên din ên dewletê bêdeng û xemsar in.

Jin ên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst wê di 25'ê Çileyê de bi dirûşma "Nexape, azadî bi têkoşînê dibe" li bajarê Darmstadtê kongreyekê li dar bixin.

Komîsyona Mafên Mirovan a NeteweyêN Yekbûyî hikum da ku yên ji ber guhertina navhewayê welatê xwe terikandine xwedî mafê penaberiyê ne. Ev biryar weke 'biryareke dîrokî' tê dîtin.

Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, ji ber êrişeke çekdarî herî kêm 36 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen û endama TAJÊ Pakîze Celal nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember êrîşa li gundê Dugirê yê Sinûn a Şengalê dan ku Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û 3 şervanên din şehîd bûn.