ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

-Parêzer Mihemed Xelîl got dewleta Tirk li Efrînê sûcê şer didomîne, wan sûcê şer bi belge kirine û gihandine saziyên navnetewî.

-Gerîlayên bi navê Sîpan Wan û Sîpan Rizgar ên bi darê zorê birin leşkeriyê gotin: ‘Ji bo mirovahiyê cihê lê şer bê kirin refên PKK’ê ne.’

- Nûçegihana ETHA’yê ya ku hatî berdan û şahida Komkujiya Sirûcê Havva Cuştan got: ‘’Desthilat û daraz ji bo ku em sax man berdêla vê bi me dide jiyîn’’.

- AKP’yiyê ku Şaredariya Bedlîsê desteser kirî bi hinceta vekirina rê bi hezaran dar birî û komkujiya sirûştê kir.

-Xizmên Windayan, weke her roja Şemiyê ji bo aqûbeta kesên winda bipirsin wê di çalakiyê de bin.