ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Çalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan meşa Kolnê weke asta herî bilind a qonaxa destpêkê ya pêngava azadiyê pênase kir û got, di qonaxa duyemîn de bi beşdariya bi deh milyonan mirovî li tevahiya cîhanê çalakiyên Newrozê dikare bê lidarxistin.

- Zimanzan Samî Tan destnîşan kir ku qedexe, zext û polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê ya li ser Kurdî di pratîkê de dikare bê têkbirin û got, "Ji bo ziman pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye."

- Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç destnîşan kir ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê li her qada jiyanê li dijî qedexeyê têkoşîn bê meşandin.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. 41 hezar û 867 mamoste bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê didin zarokan.

- Namzeta Hevşaredariya Yenîşehîrê ya DEM Partiyê Safiye Akdag anî ziman ku projeyên wan ji bo jin, zarok û ciwanan hene û destnîşan kir, ew ê li dijî şerê taybet têbikoşin.

- Nivîskar Dr. Fayiq Hamid anî ziman ku heft mehan li zindanên PDK'ê ma, ji hemû mafên xwe bêpar hate hiştin û got, PDK bi girtin an jî kuştina mirovan êdî nikare bêdeng bike.

- Gerîlaya YJA Starê ku tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk bû Pelşîn got, "Leşkerên Tirk tarûmar bû. Li qada şer careke din hate dîtin bê kî dikare şer bike, kî nikare şer bike."