ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku hemû desthilatdaran zilm û zordarî li gelan kirine û got, "Cudahiya bingehîn a desthilatdariya AKP'ê ji desthilatdariyên beriya xwe ew e ku ev yek rewa kiriye."
- HDP'ê çend roj beriya dengdana 24'ê Hezîranê kampanya xw eya hilbijartinê ya li Amedê xurtir kir.
- Hecî Mehmet Genlî yê 80 salî dibêje, ew nikare tevlî karê hilbijartinê bibe, lê belê ji bo Demîrtaş dua dike. Hamîde Çakar a 82 salî jî hêz û moralê dide kesên tên serdana wê.
- Li gundê Kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, diya wê Ereb e. Yek ji 7 zarokan e. Çîroka gerîla Gulbahar ji beriya Babê dest pê dike û heta çiyayên bilind ên li Başûr dewam dike.
- Forûma Mafên Astengdaran diyar kir ku astengdaran di her hilbijartinê de dengê xwe dane û got, dengdarên ku tenê di hillbijartinan de tên bîra siyasetmedaran, makîneyeke dengan nînin.