ROJEVA 21'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Cotmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Cotmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.
- Keyayên ku ji ber serî li ber Qesrê netewandin ji wezîfeyê hatin girtin, gotin ku AKP'ê 24'ê Hezîranê dengê ku li bendê bû li taxên wan bi dest nexist, lewma tol ji wan hilanîne.
- Gerîla bi çalakî û jiyana xwe mohra xwe li dîrokê dixe. Rojnivîskên gerîla encama vê pêngava dîrokî ye.
- Hêlîn Helebî ji bo azadiyê ji Helebê bi rê ket û xwe gihand çiyayên Kurdistanê. Hêlîn Helebî anî ziman ku ew bi helbestên xwe yên bi Kurdî û Erebî hestên xwe baştir tîne ziman.
- Li Colemêrgê, kewarên mêşên hingiv ên biharê hatine danîn, bi hingivê siriştî tijî bûne. Bi payîzê re kewarên hingiv tên hevdan.
- Sala 2017'an nêzî milyonek zarok û mirovên nûgihayî mirin. 55 ji sedî yê van mirovan li Afrîkayê mirin.
- Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li ser pirsgirêkên civakî û çandî yên Kurdên Anatoliya Navîn ên koçî Ewropayê kirine, li paytexta Swêd Stockholmê konferansek li dar xist.