ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

"Divê xweş pê were zanîn ku hê ji heft saliya xwe ve min jiyana rêxistinî û çalak daye ber xwe. Ji xwe rêxistinî çalakgeriyê û çalakgerî rêxistiniyê hewce dike. Rêxistinî û çalakgerî divê weke rengê jiyanê were fêhmkirin."

Hevdîtinên ENKS-PYNK'ê dewam dikin. Di rewşeke wiha de PDK ku yek ji palpiştên ENKS'ê ye, li ser sînorê Rojava kozikan dikole, qereqolan çêdike û çekên giran bi cih dike. Ev yek dibe sedem ku mirov ji nêt û armanca hevdîtinan gumanê bikin.

Li gel sozên dewletan jî rêjeya karbondîoksîtê ya li atmosferê roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku ev yek jî dibe sedem, gele celebên daran zû hişk bibin.

Serokê Desteya Rêveber a SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn bi bîr xist, ku li gorî daneyên salên 2018 û 2019'an xizanî herî zêde li Wan û bajarên din ên Kurdistanê hene û got, çareya vê yekê jî aştî, demokrasî û pêşveçûneke wekhev e.