ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.
- Di ser komkujiya Pirsûsê re 3 sal derbas bûn, ku di bin kontrola emniyet û MÎT'ê de bi destê DAÎŞ'ê hate kirin û 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî berpirsyar nehatine eşkerekirin.
- Eşkere bû ku şîrketên enerjiyê yên sereke yên Elmanyayê, ji ber xurtbûna rejîma yek zilamî ya Erdogan, plan dikin ku razemeniyên xwe yên li Tirkiyeyê bisekinînin.
- Hiqûqnas Husnu Ondul got, "Biryarname û biryarên di dema Rewşa Awarte de hatine dayin piştî ku Rewşa Awarte rabû divê bê hikum bin. Ji ber ku ev qanûn nînin, lê biryarname ne."
- Dewleta Tirk û komên wê yên çete piştî ku Efrîn dagir kirin êşkenc li E.Ş. kirin. Ji malbata E.Ş. 3 kes ji ber zilma li wan hate kirin jiyana xwe ji dest dan.