ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Aktîvîstê Fransayî Elîo Marseîlle, Abdullah Ocalan weke fîlozof û teorisyenê siyasetê yê herî girîng ê sedsalê pênase kir û daxwaza azadiya Ocalan kir.

- Soydan Akay ê ku 31 salan girtî ye, tevî ku divê bê berdan û nexweşiyên wî hene, bi bahaneyên Desteya Îdare û Çavdêriyê dîl tê girtin.

- Ji namzetên Hevşaredariya Şemzînanê Nazdar Opengîn a ji DEM Partiyê diyar kir ku li dijî polîtîkayên qeyûm ew ê îradeya gel jinûve serwer bikin.

- Gûantanamoyeke her welatekî, her desthilatdariyekê heye. Li Iraqê Ebû Gûreyb, li Îranê Evîn, li Tirkiyeyê Îmrali. Ya PDK'ê jî girtîgeha Akre ye. Kiryarên van desthilatdariyan ên li girtîgehan vediguherin rêbaza rêvebirina civakê.