ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2020'an.

Denîz Buyukçelebî di nava rêxistinbûna DAÎŞ'ê ya Tirkiyeyê de cih digire ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin û yek ji plansazên êrişên li dijî HDP'ê û pêkhateyên wê ye. Eşkere bû ku hevsera wî Şengul Buyukçelebî jî endama Baskê AKP'ê yê Jinan e.

Hevserokê Med TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir, hikumetê deriyên xwe li pirsgirêkên civakî girtiye û bi mûxalefeteke xurt deriyên girtî hemû dikarin bên vekirin.

Parlamentera Swêdî Lorena Delgado Varas çû Şîlî û bi rêxistinên jinan, karkeran û civaka sivîl re hevdîtin kir. Varas ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kir û anî ziman, ku jinên Şîlî xwe amade dikin ku Partiya Femînîst ava bikin.

Mûhammed Allawî ku li Iraqê ji bo avakirina hikumetê hatiye wezîfedarkirin, ji parlamentê xwest ku roja Duşemê dengê pêbaweriyê bide wezîrên wî.

Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen da zanîn ku polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman û çanda Kurdan ji dîrokê heta roja îro berdewam dikin û ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe bi çanda Kurdewarî mezin bikin.