ROJEVA 20'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Sozdar Avesta diyar kir, berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan tê kirin, hêzê dide karên hilbijartinê jî û got, "Divê her kes bi ruhê Leylayan nêzî hilbijartinê bibe."
- Di konferansa roja Înê de ya li Kamara Lordan a Qraliyeta Yekbûyî, biryar hate dayin ku Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan bê avakirin.
- Pênc girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê 46 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek şandin û gotin, "Di vê oxirê de çi berdêl pêwîst be, wê ew bê dayin."
- Bavê Ûmût Çamlibal ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye: "Li şûna ku em dilê wî xweş bikin, wî dilê me xweş kir."
- Zafer Saglam ê li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye, beriya niha bedena xwe dabû ber agir. Saglam got, "Vê carê wê hêza kesî têra temirandinê neke."
- Bi banga Trûmp re nîqaşên li ser paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne, li Elmanyayê zêde bûn. Beşek ji siyasetmedaran xwestin mafê welatîbûna çeteyan ji destê wan bê girtin. Wezîrê Karên Hundir Seehofer jî got, "Piştî lêkolîneke xurt, em dikarin destûrê bidin ku vegerin."
- Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen zext û zordariya li ser zimanê Kurdî şiband dema sala 1952'an a li Bangladeşê û bang li Kurdan hemûyan kir ku li her qadê bi Kurdî biaxivin.