Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser paraleliya navbera pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê û got, herdu pirsgirêk bêne çareserkirin wê li Rojhilata Navîn zemîna komplo û operasyonan ji holê rabe.

- Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê bi dirûşms 'Em dest jê bernadin, li her derê ne' wê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

- Hevseroka HDP'ê ya Kerboranê Yuksel Ogûz anî ziman ku polîsên Tirk wan timî dişopînin û got, "Hewl didin bitirsînin. Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirsin."

- Gerîlayê HPG'ê Êrîş Koçer êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û destnîşan kir ku her cûre teknîk li hemberî îradeya gerîla têk çûye.

- Dewleta Tirk hewl dide gelek herêmên ku bi destê PDK'ê di du salên dawî de hatine valakirin bi hev ve girê bide û bi vî rengî ji Behdînanê heta Biradostê herêmeke tampon ava bike. Nirxandina Pîrdogan Kemal.