ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Endamên Koma Dostaniya bi Kurdan re ya Parlamenta Ewropayê nameyek ji partî û tevgerên Kurdan re şand û ji wan xwest, ku rê nedin şerekî navxweyî.
Ji rayedarên Meclîsa Xweser a Şengalê Faris Herbo diyar kir, ku hêzên Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin, li şûna ku lêborînê ji Êzidiyan bixwazin, hewl didin rêxistiniya heyî ya Şengalê belav bikin û got, "Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nakin."
Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê eşkere kir.
Mirovê herî temendirêj ê cîhanê Kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nerazîbûn nîşanî Yewnanistanê da ku di nava şert û mercên 'nemirovî' de koçberan digire û jê xwest, ku polîtîkaya xwe ya pêşwazîkirina koçberan ji nû ve binirxîne.
Serokkomariyê Fransayê diyar kir ku agirbesta li Qerebaxê ku dewleta Tirk û Azerbaycanê tevî çeteyan dagir kiriye, divê ji aliyê civaka navneteweyî ve bê kontrolkirin.
Di rapora saziya bi navê Plan Bleû de ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî metirsiya hawirdorî ya li Derya Spî hişyarî hate dayin.
Li gorî lêkolînekê ya li welatên ku Çiyayên Alpê lê ne, balkêş e ku zivistan di dehan salên dawî de hîn nerm derbas dibe û kêm berf dibare.