ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan got demokratîkbûna Tirkiyê bi serkefitna HDP’ê pêkan e û domand, ‘’Di mijara şikestina faşîzmê de û pêşketina demokrasiyê de divê rola kilîd a HDP’ê were dîtin û li gor vê helwestek were nişandan.’’

- Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîn Ararat got ti Kurdekî birûmet wê dengê xwe nede AKP’ê û diyar kir AKP li Kurdistanê wê bibe partiya tabelayan.

- Namzetê Rêza 1’ê yê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul, ‘’Niha peywira me ya civakî û siyasî û berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku em vê rejîmê biguherin û desthilatdariyê birûxînin.’’

- Rojnamevan Gokhan Bîçîcî diyar kir ku desthilatdarî civak ne teslîm girtiye, ne qanih kiriye û ne jî karibûye wê têk bibe. Bîçîcî bal kişand ser vî tiştî ku di her firsendê de mûxalefet hatiye kirin.

- Fermandarê HPG’ê Ciger Koçer: Di dîroka tevgera me de her wext li hemberî komara faşîst a Tirkiyeyê berxwedanî heye. Ev jî berxwedaniya gerîla ye.

-Li Mêrdînê ya ku yek ji bajarên kozmopolît ê Kurdistanê ye, gel eleqeyeke germ nîşanî namzetên HDP’ê didin. Namzetên HDP’ê diyar kirin ku AKP li Mêrdînê ew ê têk biçe.

-Namzetê parlementeriyê Ahmet Şik ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê got ku, “Şerê hebûn û tunebûnê ye.”

-Endama Komîteya Amadekar a Festîvala Jinan a Zîlanê Dilda Roj got ku, “Îsal jinên Kurd ji her demê zêdetir, li derdora giyanê têkoşîna enternasyonalîst tên ba hev.”