ROJEVA 20'Ê COTMEHÊ
Rojava Navenda Nûçeyan, 20'ê Cotmehê
Rojava Navenda Nûçeyan, 20'ê Cotmehê
-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyê ya li dijî DAÎŞ'ê û geşedanên bi vê ve têkildar wê werin şopandin.
-Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ehmed Sultan got dewleta Tirk ji Idlibê hin çeteyên girêdayî xwe derbasî Efrînê kiriye û vê didomîne jî.
- Ji ber sedema qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanya wê bikeve sala 25'an li paytext Berlînê bi navê ''Zexta 25 salan û demokrasiya di bin xizmeta siyaseta derve ya Elman' de wê konferanseke berfirh were lidarxistin.
-AKP'yiyên ku li Wanê li gel qeyûm bi organîze tevdigerin beriya hilbijartinên xwecih zêdetir bertîlê dixwin.
-Qeyûmê ku Şaredariya Erdîşê dagir kirî, hem şaredarî bi milyonan lîre deyndar kir û hem jî malên şaredariyê firot.
-Li Fînlandiya du rêxistinên mezin ên ku mafên ajalan diparêzin, bi mebesta pêşnûmeya yasayê ya ku ji bo parastina ajalan hatî hazirkirin were xurtkirin 140 hezar îmze dane parlamentoyê.