ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Îlona 2020'an.

Kurdistanê naleta li ser xwe avêtiye û malovanî ji zayînên nû re kiriye. Dema Ocalan li gundê Amarayê ji dayik dibe, Şoreşa Kurdistanê dest pê dike.

Oldar û hunermenda Şaban Ok, qedîseyên bi Kurdî yên li dêran tên gotin, di albûma bi navê "Awazên Xiristiyanên Kurd 2" de li hev kom kir. Ok li dijî tekperestiya ku tê ferzkirin, çand û rengên cuda ji nû ve tevlî nava jiyanê dike.

Piştî ku kampa koçberan a li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê şewitî, nêzî 9 hezar koçber li kampa nû hatin bicihkirin.