ROJEVA 2'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, çalakiyên meşa dirêj ên li Ewropa û Bakurê Kurdistanê wê bêne şopandin.
- Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş ku di baskê Wanê yê Meşa Azadiyê de ye got, "Peyama me zelal e. Mîada neçareserkirina pirsgirêka Kurd êdî qediya ye. Rêya aştî û çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe."
- Meşa Azadiyê ya ku 1'ê Sibatê li Wan û Qersê destpê kir, wê li Stenbolê bi çalakiyên cuda di rojevê de bê hiştin. Hevseroka Stenbolê ya DEM Partiyê Gonca Yangoz destnîşan kir ku çalakî û karê wan wê ji bo encamwergirtinê be.
- Ji parêzeran Patrîck Kroker ku li ser sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê serî li Dozgeriya Federal a li Elmanyayê da, bal kişand ser binçavkirina neqanûnî, girtin, windakirina bi zorê û êşkenceyê û got, dibe ku lêpirsîn bê destpêkirin.
- Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya herî mezin a sûdwergirtinê ye û gotin, "Em hêz û manewiyata xwe ji Rêberê xwe werdigirin."
- Gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê nîşan da ku çarenûsa xwe sed salekî din ji însafa kesî re nahêle, ji bo vê çi pêwîst be wê bike. Diyar e ku sedsala 21'ê wê bi dilxwaziya azadiyê ya PKK'ê biafire.