ROJEVA 2'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2020'an.

Meşên Dirêj ên li Elmanyayê wê bên şopandin ku ji bi wesîleya salvegera 21'emîn ji bo şermezarkirina Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî tên lidarxistin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên têkildar wê bênşopandin.

Komîteya Navendî ya PKK'ê: Dadgeriya Belçîkayê biryareke gelekî girîng li ser PKK'ê û Kurdan da. Eşkere ye ku biryara li ser PKK'ê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Belçîkayê ve hate pejirandin, bi esasî mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an e. Bêguman ev biryar ji bo Kurdan û mirovahiya demokratîk di asta dîrokî de girîng e û xwedî wê hêzê ye ku dikare bandorê li siyaseta Ewropayê bike.

Aktîvîstên TJA'yê Ayşe Gokkan, Zeynep Uren û Fîgen Ektî bal kişandin serin êrişên dewletê yên li dijî destketiyên jinan û gotin, li dijî êrişan wê têkoşînê xurt bikin û hesab ji kujeran û sûcdaran bipirsin.

Şaredariya Adilcewaz a Bedlîsê ya AKP'î dibêje, "Em li Iraqê, Sûriyeyê di şer de ne. Pereyê hikumetê nîne, krîza aboriyê heye" û bi vî rengî 8 meh in maeşên karkeran nade.

Li ser tinebûna dînozoran a beriya 65 milyon salî gelek teorî hene. Tê gotin ku dînozor bi dehan milyon salî li gel teqîna volkanan jî şert û mercên jiyanê ji xwe re afirandin û bi vî rengî jiyana xwe domandin.

Komên çep ên radîkal ên Elman, çalakiyên şewitandina wesayitên şîrketa mezin a Elman a hesin-pola ThyssenKrûppê li xwe girt. Komên çep ragihandin ku ThyssenKrûpp ji artêşa Tirk re malzemeyên leşkerî hildiberîne.