ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Hezîrana 2020'an.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku rewşa li Zînî Wertê ne tenê bûyereke di navbera PKK û PDK'ê de ye û got, "Eger planeke PDK'ê tune be divê ji bo venekişînê ewqasî israr neke."

Kolberên ku gelek caran neçar in di rêyên xetere de derbas bibin, ji bo karibin debara xwe bikin her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin. Li Rojhilat ku xwedî çavkaniyên dewlemend e, welatê nan û dan e, ev mirov ji bo karibin xwe xwedî bikin jiyana xwe ji dest didin.

Hunermendên Kurd nerazîbûn nîşanî qetilkirina Bariş Çakan da ku ji ber li strana Kurdî guhdarî dikir li Enqereyê hate kuştin. Hunermendan gotin, "Em ê stranên xwe ji bo Bariş bistirên."

Hejmara 461'ê ya Rojnameya Serxwebûn bi manşeta "Di xeta Rêbertî û şehîdan de em têkoşînê mezin bikin" derket.

Li dijî dadgera Dadgeha Destûra Bingehîn a Eyaleta Hambûrgê Cornelîa Ganten-Lange, bi hinceta ku piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd kampanya reşkirinê dest pê kir.

Şervanên Ereb ên li akademiya QSD'ê perwerdeyê dibînin, li gel perwedeya çekên ferdî her wiha têkildarî dîroka gelên Kurd û Ereb û çanda wan ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve xwe perwerde dikin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), tevî ku rêjeya nexweş û qurbaniyan li gelek welatan kêm bûye, hîn zûye ku bê gotin ku şewba Covîd-19 kêm patojen e.