ROJEVA 2'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku beriya banga Rêber Apo bi agahî û destûra Erdogan rayedarên dewletê li Îmraliyê hevdîtin kirin û got, di mijarên ku dewletê li ser li hev kirine divê gav bêne avêtin.

Endamê Heyeta Îmraliyê ya berê Îdrîs Balûken destnîşan kir ku divê manîfestoya Rêber Apo bi perspektîfeke dîrokî bê nirxandin û diyar kir ku pêvajo berpirsyariyeke mezin dide her kesî bi taybetî jî dewletê.

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs piştgirî da banga Rêber Apo û ragihand ku pirsgirêka Kurd li şûna şer divê bi çareseriyeke aştiyane û demokratîk bê nirxandin.

Nivîskar-rojnamevan Sefkan Kobanê anî ziman ku banga Rêber Apo balê dikişîne ser guherîn û veguherîneke civakî u destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Kobanê her wiha got, dewlet jî divê ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve gavê biavêje.

Jinên ji Amedê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li qadan bin û li dijî êrîşên li ser destketî û jiyanê wê têbikoşin.