ROJEVA 2'Ê ÎLONA 2020'AN

Çend ji nûçeyên sereke yên ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bûyerên destavêtinê yên rojên dawî zêde bûne pêwendiya xwe bi konsepta şer re heye û got, "Zîhniyeta AKP'ê ji bo her kesî metirsîdar e. Lewma divê koalîsyoneke navdewletî li dijî AKP'ê bê çêkirin."

Piştî dagirkeriya li Bradost, Lêlikan û herêmên derdora wê, PDK ji bo artêşa Tirk baregeh û navendên nû çêdike.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ku îro serê sibehê diçe paytexta Iraq Bexdayê, tê payin ku li gel Neteweyên Yekbûyî di mijara serweriya Iraqê de gavê biavêje. Eşkere dibe ku wê êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bike hedef.

Ji ber bandora germahiya global li Ewropayê bi taybetî li çiyayên Alpê golên nû çêbûn. Li rojhilatê Efrîkayê jî ava golên Geliyê Grand Rîftê zêde bû, ku sedema wê hîn eşkere nebûye.

Li Wanê ku ji ber krîza aboriyê û şewbê bi hezaran kes bêkar mane, yên ku nikarin deynê av û elektrîkê bidin, elektrîk, gaz û av li ser wan tê birîn.