ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tîrmeha 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tîrmeha 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.
- Rojava ku beden/beşa herî biçûk a Kurdistanê ye, 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê Şoreşa Rojava diyarî tevahiya cîhanê kir.
- Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim, li ser sala 7'an a Şoreşa Rojava axivî û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew bi hêza gel li ser piyan man.
- KJK’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên Kurdistanê pîroz kir û got, 'Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê'.
- Nadya Ramo ku bi rengekî çalak tevlî berxwedana Rojava bû û zarokên xwe jî kir şervan, diyar kir ku Şoreşa Rojava berhema têkoşîna ji 40 salî ye.