ROJEVA 19'Ê TÎRMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tîrmeha 2019'an.
- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, argumana bingehîn a ku pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn çareser bike Sîstema Konfederal a Xweser a Demokratîk e.
- Fermandara YJA Starê Xelat diyar kir, ku keda Diyar Xerîb wê belasebep nebe û got, "Em ê tola hevalê xwe Helmet hilînin. Bersiva me ya herî biçûk wê şoreşa Kurdistanê be."
- Erebên der barê Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an axivîn diyar kirin, wan şoreş bi derengî nas kirine, lê piştre hembêz kirine.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera heftan a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serketina vê Şoreşa Azadiyê serbilind e."