ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êsîrekî ji aliyê PDK'ê ve hate girtin qala êşkenceya li zindanên Barzaniyan kir: Dîlgirtî li hucreyên tarî têne ragirtin. Bi temamî têne tecrîdkirin, wan derdixînin pêşberî rayedarên Tirk û bi vî rengî zext li wan têne kirin.
- Ji fermandarên HPG'ê Rojger Serhed anî ziman ku gerîla xwedî moral û motîvasyoneke mezin e, ji aliyê psîkolojîk ve serwer e û got, "Têkçûna artêşa dewleta Tirk li pêş çavan e."
- Ji beşdarên Meşa Mezin a Azadiyê Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Ceylan Cûpolo Akça got, dayik û girtiyan pêşengî ji çalakiya wan re kirin.
- Namzeta Hevşaredariya Qersê Arzû Savaş Derman a ji DEM Partiyê anî ziman, li Qers a ku gel û baweriyên cuda lê ne, wê xizmeteke wekhev ji gelan re bikin, aştî û aramiyê biafirînin.
- Şitilgeha El Emel ku bi hezaran ji cûreyên şitilan herêmê dixemilîne, şitilgeha herî mezin a Reqayê ye. 10 pispor ji bo jinûve geşkirina xwezayê hewl didin.