ROJEVA 19'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.

- Rewşa tenduristiyê ya çalakgerên ku 65 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nebaş dibe. Doktor hişyariyê didin ku pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dibe ku li gelek çalakgeran rû bidin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Em di asta seferberiyê de tecrîdê bi dawî bikin, berxwedana 'hilweşandina faşîzmê' mezin bikin. Ev yek seferberiya hilweşandina faşîzmê ye, seferberiya bidawîkirina tecrîdê ye. Girîng e her kes tevlî vê seferberiyê bibin."

- Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda "Azadî ji Ocalan re" jinên ji bajarê Marsîlya yê Fransayê ne.

- Kêm maye ku şerê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAÎŞ'ê tê kirin biqede. Malbatên şehîdan dibêjin, ew bi heyecaneke mezin li benda serketina vê berxwedanê ne.

- Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tecrîdkirina Ocalan re li dijî civakê şer ragihandiye û got, "Bi pergala yek kesî re dixwazin civaka yek rengî biafirînin û dengê civakê bibirin."

- Eşkere bû, li navçeya Erdîş a Wanê jendermeyan êşkence li du kesên destgîkirî kirin. Her du ciwanên ku êşkence li wan hate kirin, piştre hatin girtin.

- Em niha dibînin ku keleha dawî ya nebaşiyê hildiweşe. Alaya dawî ya reş û tarî tê daxistin. Mirovahî mayînde ye, zordarî jî ne exlaqî ye.