ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Hunermendên Kurd bal kişandin ser zerara mezin a şerê navxweyî bide Kurdan û gotin, "Ne bi şerê nav xweyî, tenê bi yekitiya neteweyî serketin dikare pêk were."

Konfederasyona Civaka Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) plansaziya çalakiyên ku wê 21'ê Mijdarê roja Şemiyê li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bên lidarxistin, eşkere kir.

YJK-E'yê ji bo çalakiyên li Elmanyayê yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê banga tevlîbûnê kir.

Saziya Tenduristiyê ya Şengalê ku piştî fermana 2014’an bi derfet û hejmara kêm hate vekirin, tevî astengiyan jî bê navber xizmeta civaka Êzidî dike. Xebatkaran ji bo alîkariyê û dermanan bang kirin.

Hate ragihandin ku şewba Ebolayê ya ku bandoreke gelekî giran li Kongoyê dikir, hatiye kontrolkirin.

Li Arjantînê, qanûna têkildarî mafê kurtajê ku beriya du salan hate redkirin, careke din dikeve rojeva parlamentê.