ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2020'an.

Parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç û Tulay Hatîmogûllari ku di nava baskê Colemêrgê yê 'Meşa Demokrasiyê' de ne, qala armanca çalakiya xwe kirin.

Ji Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Şivan Mûrad, Elî Brahîm û endamê Meclîsa Gel a Sinûnê Seydo Elî gotin, li dijî êrişên dewleta Tirk wê civaka Êzidî xaka xwe neterikîne.

Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker diyar kir, ku ji windakirina Şîmonî û Hurmuz Dîrîl heta bi Qirkirina 1915'an Suryanî li ser vê xakê her tim bi tirs û fikar in.

KON-MED bi dirûşma "Her der Kurdistan, her der berxwedan" roja Şemiyê li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîngan li dijî êrişên dewleta Tirk li dar dixe.

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî zextên li ser HDP'ê axivî û got, "HDP arantiya yekîtî û aştiya li vî welatî ye. Eger li vî welatî tiştekî bi navê yekîtî, azadî û demokrasiyê hebe, ev yek bi saya HDP'ê, gel û hêzên demokratîk e."

Li rojavayê Efrîkayê ji ber hezazê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Fikar hene ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bi dehan kes bin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp gef li Çînê xwar ku "têkiliyên bi vî welatî re dibe ku bi temamî bên qutkirin."