ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûman wê werin şopandin.

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê Tirkiye di pêvajoyeke zehmet de ye û got, di sala 2020'î de wê krîza aboriyê girantir bibe.

Ji dayikên aştiyê yên li ber avahiya AKP'ê bi êşkenceyê hate destgîrkirin Aysel Tûfan bang li yên li ber avahiya HDP'ê rûniştine kir: "Werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û li ber avahiya AKP'ê rûnên."

Parlamenterên Partiya Sosyalîst desteserkirina şaredariyên HDP'î xistin rojeva Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê û li dijî Tirkiyeyê daxwaza pêkanînan kirin. Wezîrê Karên Derve jî diyar kir ku wê şopdarên vê mijarê bin.

Li Zanîngehên Kobanê û Rojava ku qeyda ji bo serdema nû ya salên 2019-2020'î dest pê kiriye, gelek kesî serî lê dan. Zanîngeh wê bi giştî bi 22 beşan dest bi sala nû ya perwerde û hîndekariyê bikin. Dema qeydkirinê jî heyeta 5'ê Cotmehê ye.

Li Endonezya û Malezyayê ku welatên başûrêrojhilat ê Asyayê ne, ji ber şewatê qadeke daristanî ya ji sed hezaran hektarî şewitî. Şewat didome. Ji ber şewatê bi hezaran dibistan hatin girtin.