ROJEVA 19'Ê ÇILE

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin

-Li Ewropayê Kurdistanî û dostên wan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û ji bo ku balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên daxwaza tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan wê çalakiyan bikin.

-Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a ku ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, gotin germa laşê Guven zêde bûye û zikê wê tê guvaştin.

-Hevberdevkê HDK'ê Şenoglu got grevên birçîbûnê parçeyek ji berxwedanê ye û ku ev ji derdorên berfireh re were vetoin wê bigihije daxwaz û hedefên xwe yên sereke.

-Efrîn ji 18'ê Adarê û vir ve serdema xwe ya herî tarî ya dîrokê dijî. Beriya dagirkeriya Tirk herêmeke ewle ya Kurd bû ku cihê xwe ji hemû mexdûran re vedikir. Her wiha ji bo modêlê jî qada jiyanê bû.

-Hate diyarkirin Di operasyonên ser çeteyên DAÎŞ'ê de yên Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê de, welatiyên wan ên ku YPG'ê ew sax gritine, ji hêla welatan ve bi fermî ji rêveberiya Rojava hatine xwestin.

-Malbatên nebediyan weke her şemî vê şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê çalakiyan bikin.