ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 317 hefte ne dewam dike. Nobedarên vê hefteyê kedkarên alîkariya însanî ya li Ewropayê ne.

- Hêzên dewletê bi salan e li Tirkiyeyê ji bo rantê, li Kurdistanê jî ji bo operasyonê daristanan dişewitînin. Endamê Platforma Parastina Hewselê Necdet Sezgîn bal kişand ser şewitandina darizanan a bi zanebûn.

- Civata gelên gef li wan tê xwarin (GfbV) ku saziyeke civakî ya navneteweyî ya li Elmanyayê ye, diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî Kurdî û komên din ên olî şer dike. Saziyê destnîşan kir ku yek ziman û yek mezheb li ser gelê herêmê tê ferzkirin.

- Qeymeqam Atif Çîçeklî ku dest daniye Şaredariya Artemêtanê ya DBP'yî û ji bilî xizmeta ji bo gel bi her karî re mijûl e, niha jî dikanên esnafan digire.

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku divê rejîma Îranê biguhere û got, "Dînamîk û hêza bingehîn a ku Îranê demokratîk bike jin û gelên Îranê ne."

- Zarokên ku bi biharê re tevî malbatên xwe diçin zozanan, li ber reşmalan dilîzin û zozanên rengîn hîn bêhtir dixemilînin.