ROJEVA 18'Ê TÎRMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Tîrmeha 2019'an.
- PKK'ê Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21'ê Adarê ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
- Rojnamevanên tevlî forûma navnetweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bûn Ergun Babahan, Hayko Bagdat û Arzû Demîr diyar kirin ku forûm gelekî erenî derbas bûye.
- Xalîde Engîzek diyar kir, Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêk hat, ji bo jinên ku di nava bêhêvî û bêmoralê de bûn, bû çavkaniya moralê.
- Festîvala Çandê ya 18'emîn a Stuttgartê ku ji Asya Navîn, Mezopotamya, Balkanan, Efrîkaya Başûr û Emerîkaya Başûr çandên cuda lê kom bûn, bi coş pêk hat.
- Ji bo aktîvîst Dr. Banu Buyukavci, Dr. Sînan Aydin û Samî Solmaz ên li bajarê Munchen ê Elmanyayê ji ber doza TKP/ML pênc sal in girtî ne hatin berdan.
- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand, şewba Ebolayê êdî ji bo tenduristiya gerdûnî rewşeke 'lezgîn' e.