ROJEVA 18'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, 3 meh li pey xwe hişt. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe.

- Hecî Ehmedî û Zubeyîr Aydar serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin û ji wir bang kirin ku bi çalakiyan têkoşîn were xurtkirin.

- Sîrwan Reûf pêşmergeyekî hunermed e ku piştî nûçeya dîlgirtin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê bedena xwe da ber agir. Reûf beriya şehadetê gotibû; "Ez vê weke karê herî biçûk dizanim ji bo Rêber Apo û gelê Kurd."

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn, sala 1990'î Ocalan nas kir û li Bekayê perwerde dît. Engîn ji ekîba Şopên Rojê re qala wê wextê kir.

- Bi dehan gerîla, bi dilsozî û daxwaza azadiya Ocalan, hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî bi çalakiyên canbexşane nîşan dan. Beriya ku tevlî karwanê şehîdan bibin, nameyên ji bo Ocalan li pey xwe hiştin.

- Serokê DYE'yê Trûmp ji welatên Ewropayê xwestibû ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'ê ku di operasyonên QSD'ê de bi saxî hatibûn girtin, bibin. Heta niha Elmanya, Îngilîstan û Danîmarkayê gotin, "Em DAÎŞ'iyan naxwazin".