ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Xiso diyar kir ku hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS'ê sist bûne û bal kişand ser faktora Enqereyê. Xerîb Hiso got, "Divê ENKS bipejirîne ku cihê çareseriyê Qamişlo ye."

Serhildêrê çiyayên Botanê Reşît Serdar fermandarekî mezin bû ku astengî nas nedikir û bi hêrseke mezin bi ser dijmin ve diçû.

Girtiyê bi navê Sedat Alçîçek bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ragihand. Alçîçek destnîşan dike ku jiyana wan di xeteriyê de ye û rêveberiya girtîgehê ev 3 salin hevalê wan Arîf Bayram nabin nexweşxaneyê.

Piştî peyamên gefxwarinê yên bi Tirkî ku li Wezîra Edaletê ya Herêma Flaman a Belçîkayê Zûhal Demîr hatin xwarin, lêpirsînê dest pê kir.

Ji bo şermezarkirina peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, li dijî hevkariya PDK û dewleta Tirk û bi armanca şermezarkirina biryara darvekirinê ya du ciwanên Kurd, li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiya kon a sê rojan dest pê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 5'ê Kanûnê de li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê meşekê li dar bixe.

DYE wê hejmara leşkerên xwe yên li Iraq û Efganistanê meha Çileyê kêm bike. Li her du welatan jî hejmara leşkeran wê dakeve 2 hezar û 500 leşkerî.

Li Sûdan a Başûr ku sala 2011'an demeke kurt piştî serxwebûnê kete nava şerê navxweyî, tevî agirbestê jî şerê navbera komên cuda dewam dike. Tê gotin ku tenê mehên dawî bi hezaran mirov mirine.