ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ya 18'ê Hezîrana 2020'an.

'Meşa Demokrasiyê' ya HDP'ê ku ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir wê bê şopandin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag diyar kir ku wan bi navê Meclîsên Ciwanan dest bi pêngaveke nû ya têkoşînê kirine û ji bo azadî, perwerdeya bêpere ya bi zimanê dayikê, cîhaneke ekolojîk, jiyaneke demokratîk û wekhev bang li ciwanan kir.

Li Tirkiyeyê tundiya li jinê di dema pandemiyê de zêdetir bû. Li gorî raporên saziyên jinan û ÎHD'ê, bi dehan jin di dema pandemiyê de hatin kuştin.

Berdevka Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku rejîmê 9 salan gaveke erênî neda gavên Rêveberiya Xweser û got, "Li Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê, yekîtiya gelên herêmê ye."

Komîsera Mafên Mirovan Mîchelle Bachelet têkildarî banga malbata George Floyd a ji bo alîkariya bi mirovên reş ên li DYE'yê axivî û xwest, tundiya nijadperestî ya bi sedan sal in didome bê tazmînkirin.

Li paytexta Çînê Pekînê li dijî Covîd-19 tevdîr û qedexeyên tund didomin. Hate ragihandin ku li eyaletên din nexweşên nû hatine tespîtkirin.

Parlamenterê Magrîpê yoûnoûs Omarjee li Parlamenta Ewropayê axivî û bang kir ku kiryarên bi sedan salan mirovên reş kirine kole, weke qirkirinê bên naskirin.